image

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ragihand ku barekî pêdiviyên serbazî ji hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re bi rê kirine.

Hevpeymaniyê li ser hesabê xwe yê twîtterê da xuyakirin ku di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de, barek alîkariya pêdiviyên serbazî bo Pêşmerge hat şandin.

Hevpeymaniyê daye zanîn ku alîkariyên hatine şandin, ji kincên serbazî û pêdiviyên têlbendkirina çeperan pêk tên.