image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro 2yê Tebaxê gera duyem a danûstandinên bo yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di navbera ENKS û PYNK de dest pê kirine û di civîna yekem de jî Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û şanda Amerîkî amadehî kiriye.

Sekretêrê Partiya Wîfaq ya di nava Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) de, ragihand ku qonaxa dûyem a danûstandinên di navbera PYNM û Encûmena Niştîmanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) de destpê kirine. Herwiha endamekî Emîndariya Giştî ya ENKSê jî piştrast kir ji bo qonaxa duyem danûstandinên aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê destpê kiriye.

Sekretêrê Partiya Wîfaq Fewzî Şingalî di bernameya Radio Rûdawê de ragihand ku ji bo qonaxa duyemîn a diyaloga Kurdî – Kurdî ya di navbera ENKS û PYNKê de yekem civîn hat lidarxistin û di demekê nêzîk de jî dê civîna duyem civîn dest pê bike.

Şingalî eşkere ku atmosfera civînê erênî bû û çavdêrên danûstandinan kaxezeke hevbeş ji bo herdu aliyan amade kirine, lê biryara dawiyê di destê herdu şandinan de ye.

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Tahir Hesaf jî tekez kir ku qonaxa duyem destpê kiriye.

Tahir Hesaf da zanîn, ew danûstandin dê berdewam bin, heta ku bigihîjin encamekê.

Herwiha li gorî zanyariyan di civîna yekem ya îro hatiye lidar xistin de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî û şandeke ji nûnertiya Wezareta Derve ya Amerîkayê jî beşdar bûne.

ENKSê û PYNK di gera duyem ya danûstandinan de, mijarê rêveberiya îdarî, leşkerî û aborî li ser bingeha rêkeftina Duhokê gotûbêj dikin.