image

PeyamaKurd – Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) girtin û revandina çalakvanê Kurd Fener Beşîr Temê li Qamişlo şermezar kir û ragihand, ev kiryar wê yekê diyar dike ku PYD rêgiriyan li pêşiya her lihevtêgehiştineke Kurdî datîne û danûstandinan dike armanc.

Emîndariya Giştî ya ENKSê bi daxuyaniyekê ragihand, doh êvarê çekdarên bi ser PYDê ve çalakvanê ragihandinê Fener Mehmûd girtin e û ber bi cihekî nediyar ve birine.

ENKSê diyar jî kir, ev girtin piştî helmeteke girtin û revandina hejmarek xwendevan û malbatên wan li Dirbêsiyê pêk hat û heta niha jî her yek ji Cîhad Elîko û Nîzamedîn Elîko girtî ne.

ENKSê da zanîn, girtina çalakvan Fener Mehmûd tekeziyê li wê yekê dike ku Rêvebirî û kesên birêve dibin, nikarin rêzê li nerîn û îradeya xelkê bigirin û zimanê gef û hêzê li dijî wan bikar tînin.

Emîndariya Giştî ya ENKSê girtina wî çalakvanî û herwiha ya malbatên xwendevanên Dirbêsiyê şermezar kir û wiha pê de çû:

“Ev kiryar wê yekê diyar dike, ku PYD rêgiriyan li pêşya her lihevtêgehiştineke Kurdî datîne û danûstandinan dike armanc. ENKS daxwaza azadkirina hemû girtiyan dike û daxwaz ji serkirdayetiya HSDê jî dike, sînorekî ji van kiryaran re deyne û bi berpirsyariya xwe rabe.”