image

PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya PDK-Sê Muhsin Tahir li ser gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê axivî û got, yekrêziya kurdî dikare gefên Tirkiyê vala derxîne û ji bo îdiayên aliyê PYDê ku dibêjin, ew li dijî perwerdeya Kurdî ne jî got, yek ji armancên sereke yên ENKS perwerdeya kurdî ye, lê ENKS li dijî îdeolojîkirina perwerdê ye.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdisatanê – Sûriye (PDK-S) Muhsin Tahir li ser diyaloga kurdî – kurdî di bultena K24ê ya Cemal Batun de axivî û ragihand, armanceke sereke ya dameziramdina ENSKê, yekîtî û yekrêziya tevgera siyasî ye. Li ser vê bingehê jî du rêkeftinên yekrêziyê di sala 2012 û 2014an de îmze kirin.

Da zanîn jî, danûstandinên diyaloga kurdî – kurdî di navbera şandeyên ENKS û PYNKê de ranewestiyane, lê mixabin hin daxuyanî ji aliyê serkirdeyên şandeya PYNKê derdikevin, navekin xizmeta yekrêzî û diyalogê.

Muhsîn Tahir bal kişand ser ku çend roj in danûstandinên diyalogê ji ber sedemên teknîkî rawestiyane. Hin endamên şanda PYNKê li derve ne û herwiha nûnera şanda Amerîkî jî li derveyî Kurdistana Sûriyê ye.

Tahir teqez kir, ENKS heta roja îro rijd e li ser berdewamiya diyaloga kurdî û her çi astengî li pêş diyalogê hebe jî, kar ji bo rakirina wan astengiyan dike. Lê divê ev vîn jî li cem aliyê PYNKê jî hebe.

Li ser pirsa perwerdeya bi zimanê Kurdî, Endamê Polîtburoya PDK-Sê got, yek ji armancên sereke yên ENKSê, perwerdehiya bi zimanê kurdî ye, lê ENKS li dijî îdeoljîkirina perwerdeyê ye. Nabe perwerdehiya bi zimanê kurdî bikeve berjewendiya partiyekê û nifşên kurdan li ser eydolojiya partiyekê bêne perwerdekirin.

Li ser gefên Tirkiyê li ser rojavayê Kurdistanê û bandora diyaloga kurdî – kurdî li hember wan gefan, Muhsin Tahir got, gefên Tirkiyê berî destpêkirina diyalogê hebûn û piştî diyalogê jî dê berdewam bin. Lê yekrêziya tevgera siyasî ya kurdî li Sûriyê dê dilrihetiyekê li cem aliyên navdewletî û welatên cîran de. Ji ber wê divê em rijd bin ku yekrêziya kurdî di demeke zûtir de pêk bînin.

Tahir diyar kir: “Heger ev diyaloga bi serperiştiya Amerîka di demeke zû de bi ser bikeve, dê gefên li ser rojavayê Kurdistanê tenê di warê daxuyaniyan de bimîne. Lê heger em bilez nekin, her egerek dikare rû bide û dibe ku Tirkiye destêwerdaneke nû çêbike.”