image

PeyamaKurd – ENKS li dijî daxwaza Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) ya dûrxistina nûnerê ENKSê ji Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê derket û ragihand, ew yek nayê qebûlkirin û dê bersiveke wan jî hebe.

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl ragihand, Serokê Îtîlafê Nesir El Herîrî di nameyekê de daxwaz ji Desteya Danûstandinan a opozîsyonê kiriye, nûnerê ENKSê di wê desteyê de Hewas Egîd biguhêre û li şûna wî endamê Îtîlafê Ebdula Fehed destnîşan bike.

Mihemed Îsmaîl ji K24ê re da xuyakirin, ENKS beşeke bingîn a Îtîlafa opozîsyona Sûriyê ye, wan nerazîbûna xwe li hember vê pirsê nîşan daye û wiha pê de çû:

“Me peyameke nerazîbûnê arasteyî Serokê Îtîlafê Nesir Herîrî kir. Herwiha me wek Desteya Serokatiya ENKSê bi awayê ‘online’ civîneke Desteya Siyasî ya Îtîlafê re kir û me nerazîbûna xwe nîşan da.”

Îsmaîl got, ENKSê hemû aliyên navdewletî yên pêwendîdar bi nerazîbûna xwe agahdar kirin û diyar kir: “Amerîka nameyeke xurt daye Nesir Herîrî û Desteya Danûstandinan ku divê ENKS di Desteya Danûstandinan hebe û bihêz be û dê rola wê di pêşeroja Sûriyê de jî hebe.”

Mihemed Îsmaîl da zanîn jî, heta niha ev biryar nehatiye rakirin û ne hatiye bicihkirin. Niha danûstandina navbera ENKS, Îtîlaf û aliyên navdewletî de çêdibin. Heger ev biryar bicih bibe, wê demê dê helwesta ENKSê hebe.