image

PeyamaKurd - Ajansa Hevkariya Dadwerî ya Yekîtiya Ewropayê (Eurojust) bi raporekê ragihand ku divê endamên DAIŞ û El Nusrayê bi tawanên komkujiyê û şer werin dadgehkirin.

Di rapora Eurojust a ku 23ê Gulanê hatiye belavkirin de, Yekîtiya Ewropayê 23yê Gulanê jî wekî roja darizandina tawanên komkujî û şer ên li dijî mirovatiyê diyar kiriye.

Di raporê de tê gotin. heger endamên DAIŞê bi van tawanan bên darizandin dê mijara derbasbûna demê ji holê rabe û sizayên girantir werbigirin.

Eurojust di raporta xwe de dibêje, komkujî, tawanên dijî mirovatî û şer nakevin ber derbasbûna demê.

Pisporên Ewropî yên rapor amade kirine destnîşan dikin, divê rêxistinên wek DAIŞê ne tenê wek rêxistinê terorê bên dîtin, lê wek aliyê şer bên nirxandin û divê çekdarên wan rêxistinan ne wek endamên rêxistinê danûstandin ligel wan were kirin, lê pêwîst e wek kesên komkujî kirine, tawanên şer û dijî mirovatiyê kirine miamele li wan were kirin.