image

PeyamaKurd - Ji bo nûjenkirina perestgeha Laleşê ya Kurdên Êzidî, Balyozxaneya Amerîka ya Hewlêrê, nîv milyon Dolar dabîn kir.

Bi daxuyaniyekê Balyozxaneya Amerîka ya li Hewlêrê ragihand, Balyozê Giştî Rob Waller, serdana perestgeha Laleşê kir, bi rêberên Êzidiyan re civiya û 500 hezar Dolar ji bo nûjenkirina perestgeha Laleşê dabîn kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, koma pereyên Amerîka ji bo nûjenkirina perestgeha Laleşê dabîn kiriye, dibe yek milyon Dolar.

Herwiha hat destnîşankirin, Balyozê Giştî li perestgehê geriya û serdana proseya berdewamiya nûjenkirina perestgeha pîroz a Êzidiyan kir.

Perestgeha Laleşê ku perestgeheke olî ya Êzidiyan e, bi 12 kîlometreyan li rojavayê navenda navçeya Şêxan a parêzgeha Duhokê ye. Perestgeha herî pîroz a Êzidiyan e. Salane li Festîvala Cemayê, Êzidiyên li derveyî herêmê jî tên serdana wê dikin û beşdarî festîvalê dibin.