image

PeyamaKurd – Li bajarê Anvers ê Belçîkayê 3 kesan helîkopterek dizî û bi wê helîkopterê hewl dan ku mehkûmekî ji girtîgehê birevînin.

Li gorî daxuyaniya dozgeriya bajarê Anver ê Belçîkayê, 3 kes çûne balafirgeha nêzîkî bajêr û çek danîne serê pîlotê helîkopterê û revandine.

Piştre jî helîkopterê li ser girtîgehê çend ger kirine, lê nekariye dakeve û hersê kesên helîkopter revandibûn jî reviya ne û şopa xwe winda kirine.

Herwiha girtîgehê jî mehkûm jimartine û kêm derneketine, ango wan kesan nekariye mehkûmê ku dixwazin ji girtîgehî birevînin.