image

PeyamaKurd – Bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 112 proje bi nirxê 26 milyar Dînaran li sînorê navçeya Amediyê ya parêzgeha Duhokê hatin ragihandin.

Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter di civîneke rojnemvanî de ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê razemendî li ser wan hemû projeyan da û biryar e ew proje li 6 nehiyên Amediyê bêne encamdan.

Li gorî hatiye ragihandin, ew projeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li qezaya Amêdiyê di warên cuda de têne encamdan, bi taybet jî di warê rê, pire, av û elektrîkê de ne.