image

PeyamaKurd – Berpirsê Swêdî li bajarê Qamişlo bi şandeya koçberên Efrînê re civiya û ji wan re teqez kir ku ew ê li ser vegera wan ji cihê û warê wan re bixebitin.

Li gor zanyariyên ji Afrînpostê, Berpirsê dosya Sûriyê yê Wezareta Swêdî Pîyêr Orniyos, piştî civîna bi şandeyeke Efrînî re, daxwaza konferanseke çapemeniyê li gel şêniyên Efrînê yên koçber kir.

Endamê şandeya koçberên Efrînê Şerîf Mihemed re diyar kir, Orniyos derbarê rewşa li Efrînê ji wan pirsî.

Şerîf Mihemed destnîşan kir, wan hemû sûc û binpêkirinên li Efrîna dagirkirî, wek dizî û talanî, revandin, desteserkirina mal û milkan bi berpirsê Swêdî re par ve kirin.

Mihemed diyar kir, berpirsê Swêdî got ku wan li raporên çapemeniyê û belgekirinê yên derheqê sûcên ku li dijî Efrîniyên ku rojane pê re rûbirû dimînin, neriye û gelekî bi gotinên şandeya koçberên Efrînê bandor bûye.

Endamê şandeya koçberên Efrînê da zanîn ku berpirsê Swêdî Orniyos daxwaza konferanseke çapemeniyê li gel koçberên Efrînê kir û got ku wî diyar kir ku her tiştê ku li ser koçber û Efrîniyên ku rastî zulm û hovîtiya çekdar û dagirkeriya Tirkî tên, wê bi hikûmeta xwe re parve bike û li ser vegera koçberan ji Efrîna dagirkirî kar bikin.