image

PeyamaKurd – Baregeha Barzanî bo koça dawî ya Mela Îmadedîn Gurdilî, peyamek serxweşiyê belav kir.

Gurdilî bi xwe ji xelkê Misircê (Kurtalan) ji devera Gurdila ye û piştî damezrandina PDK a Tirkiyê bi partiyê re dixebitî û berya wî jî her li ser rêbaza Barzaniyê mezin dimeşiya û lewra li ser serok Barzaniyê nemir, gelek helbestên wî hene. Kes jimara helbestên wî nizane lê yên çapkirî dîwanekî wî heye. Seyda Mele Umadeddîn ji ber nexweşiya Koronayê, jiyana xwe ji dest da.

Peyama Baregeha Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzên malbata xwedê jêrazî Mela Îmadedîn Gurdilî

Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û helbestvanê xwediyê helwest (Mela Îmadedîn Gurdilî) xemgîn û dilgiran bûyîn.

Pirse û sersaxiyê li malbata we ya niştimanperwer û xizm û dostên xwedê jêrazî dikîn, hevxemiya we hemû aliyekîn.

Ji xwedayê mezin hêvîdarîn aramî û hedarê bi malbata we ya birêz û kesukarên we bibexşê, ruh û giyanê xwedê jêrazî Mela Îmadedîn Gurdilî bixe ber dilovaniya xwe û bi behişta fireh şad bike.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Baregeha Barzanî
03.12.2020