image

PeyamaKurd – Berpirsê pêwendiyên derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku balyozê Iraqê yê Yûnanistanê Leonidas Kontovounesios seredana wî kiriye da jê xatir bixwaze. Piştî wezîfa balyoz li Iraqê qediya hatiye tayînkirin bo dereka dinê. Dizeyî weha got:

“Ez bi pêşwaziya balyozê Yûnanistanê Leonidas Kontovounesios ku posta wî ya niha qediyaye kêfxweşim. Bi sedema profesyoneliya wî, xwebexşî û di pêşdebirina têkiliyan de bo xizmeta kiriye sipasiya wî dikim. Di karê wî yê nûh de jê re serkeftinê dixwazim.”