image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Herêma Kuridstanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, li Herêma Kurdistanê 267 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 12 kesan jî can daye.

Li gorî daxuyaniya îro 5ê Tîrmehê ya Wezareta Tenduristiyê, li Hewlêrê 31, li Silêmanîyê 129, li Germîyan 78, li Raperîn 20 û li Helebce jî bi 7 tûşbûyên nû re, 267 kes bi koronayê ketine.

Herwiha bi tevahê 172 nexweşên koronayê di rojekê de baş bûne ew jî; li Hewlêr: 70, Silêmanîyê: 54, Germîyan: 33, Raperîn: 10 û  li Helebce: 5 kes in.

Hejmara miriyan jî li Hewlêr: 2, li Silêmanîyê: 8 û li Germîyan jî 2 kes in ku di rojekê de 12 kesan can daye.

Li gorî amarên dawî yên Wezareta Tenduristiyê heta niha 7,315 kes li Herêma Kurdistanê bi nexweşiya Covid-19 ketine, 2 hezar û 692 kes baş bûne û 252 kesan jî can daye.