image

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku îro danê sibê li ser agahdariyên şêxên eşîran bo gumanbarên êrîşa ser hêzên HSDê dema xwepêşandaneke eşîrên ereb, bi ser çend malan de girtine.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên HSDê 7 kesên çekdarên gumanbarên êrîşê, di nava baxçeyên bajarokê El-Şihêl de desteser kirin.

Herwiha HSDê diyar kiriye ku çalakiya paqijkirina herêmê dê bidome, heta tunekirina hemû çekdarên ji aliyê rejîma Sûriyê û milîsên wê ve yên ber bi aliyê bakurê çemê Firatê ve şandine û hêzên ewlhiyê kirine hedef.

Fermandarên HSDê gotine, wê îfadeyên wan çekdarên di xwepêşandanê de, ji bo HSDê û xelkê herêmê bera hev bidin, êrîşî hêzên wan û xelkê kirine di medyayê de jî werin belavkirin.