image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên dawî yên vîrusa koronayê ragihandin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di 24 saetên borî de 334 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tendirustiyê eşkere kir, ji 334 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, 207 kes li Hewlêrê, 33 kes li Silêmaniyê, 17 kes li Germiyanê û 77 kes jî li Duhokê ne.

Herwiha hat ragihandin ku 9 kesan ji wê nexweşiyê can daye ku 2 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 3 kes jî li Duhokê ne.

Li gorî daxuyaniyê, 122 kes jî baş bûne ku  77 li Hewlêrê, 26 li Germiyanê, 9 li Duhokê û 10 kes jî li Helebceyê ne.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 14 hezar û 467 kes bi koronayê ketine û tevî hejmarên dawî 560 kesan jî can daye.