image

PeyamaKurd – Bi sedan pisporên tenduristiyê bi nameyekê bang li Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) kirin ku biryar û rênimayên xwe yên derbarê belavbûna vîrusa koronayê de berçav bike û ji nû ve binirxîne.

Ji 32 welatan 239 pisporên tenduristiyê bi rêya rojnameya New York Times a Amerîkî nameyeke vekirî ji WHOyê re nivîsandin û gotin, delîlên ku coronavirus bi dilopên piçûk ên li hewayê belavî mirovan dibe hene. Ji bêvil û dev bi nefesê ew dilopên piçûk vîrusê derbasî kesên din dikin.

Pisporan bang li WHOyê kir, biryar û rênimayên xwe ji nû ve berçav bike.

Li gorî Reutersê WHOyê hîn bersiva wan pisporan nedaye.

New York Timesê diyar kiriye ku WHO baweriyê pê nayîne ku vîrus ji hewayê derbasî mirovan dibe.

Vîrusa koronaya nû Covid-19 ku dawiya sala 2019an li Wuhan a Çînê derketiye holê û belavî seranserê dinyayê bûye, heta niha 11,475,460 kes bi wê nexweşiyê ketine û 535,139 kes pê mirine û 6,501,635 kes baş bûne.

Gelek welatên cîhanê Çînê û WHOyê bi dayîna agahiyên nerast û derengmayîna bo wergirtina tedbîrên vîrusê tawanbar dikin.