image

PeyamaKurd - Li demeke ku rageşî û aloziya Rojhilatê Derya Spî di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de berdewam dike, Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Miçotakis ragihand, wan çend girêbestên çekan bi Fransayê re îmze kirine û got, niha dema wê hatiye artêşa xwe bihêztir bikin.

Miçotakis ragihand ku ew dê 18 balafirên Rafael ên Fransî û 4 keştiyên ku dikarin bi erkên cuda rabin û 4 helîkopteran ji Fransayê bikirin.

Kyriakos Miçotakis got, di çarçoveya nûkirina artêşa Yûnanistanê de ew dê 15 hezar leşkerên nû werbigirin û sektora pîşesaziya leşkerî jî bipêş bixin.

Serokwezîrê Yûnanistanê herwiha destnîşan kir ku bernameya nû ya dane ber xwe nûjenkirina 4 keştiyên şer, kirîna moşek û çekên dijîtank jî lixwe digire û wiha pê de çû: “Dem hatiye em hêza xwe ya çekdarî bihêz bikin. Ev bername dê bibe mertalak ji bo berevaniya niştîmanî. Bi saya vê bernameyê em dê bi hezaran çekên nû dabîn bikin.”

Li aliyê din Wezîra Berevaniya Fransayê Florence Parly jî kêfxweşiya xwe bi îmzekirina girebestên bi Yûnanistanê re anî ziman û got, “Yekem car e welatekî Ewropî balafirên Rafael dikire. Ev yek ji bo pîşesaziya asmanî ya Fransayê û bi taybetî ji bo sazî û dezgehên di çêkirina Rafaleyê de kar dikin serkeftineke mezin e.”