image

PeyamaKurd –  Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel, ji karbidestên Rûs, daxwaza berdana rexnegirê Kremlînê Aleksei Navalny kir.

Charles Michel ji ser Twitterê da zanîn, desteserkirina Navalny nayê qebûl kirin û got: ‘‘Ez bang li berpirsên Rûs dikim ku Navalny demildest berdin.’’

Ji aliyekî din ve, Nûnerê Bilind yê Pêwendiyên Derve û Siyaseta Ewlekariyê ya YEê Josepp Borell jî banga berdana Navalny kir û diyar kir, divê bo mafên Navalny rêz were girtin û got, divê dadgeh bi awayekî sîyasî tevnegere.

Aleksei Navalny, di Tebaxa 2020an de li ser îdiayên jehkirinê, ji Rûsya çûbû Almanya. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) piştrast kiribû ku di canê Navalny de gaza Novichok hatiye dîtin, lê Rûsya îdiayên li ser jehrkirinê red kiribû.

Rexnegirê Kremlînê, roja Yekşemê ji Almanya vegeriyabû Rûsyayê û di kontrola pasaportê de hatibû desteserkirin.