
PeyamaKurd – Bi şandeyekê re, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar bo çend serdanan gihîşt Bexdayê û bi rayedarên Iraqê re dicive.
Li gor zanyariyan, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, îro Duşemê serdana Iraqê kir û biryar e li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re bicive.
Herwiha Akar wê li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cuma Inad re jî hevdîtinê pêk bîne.
Zanyarî didin zanîn, Hulusî Akar piştî serdana Bexdayê û civînên li gel berpirsên wî welatî, biryar e serdana Herêma Kurdistanê jî bike û li gel rayedarên pilebilind ên Herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk bîne.
Add Comment: