image

PeyamaKurd – Welatê Awistralya, hebû xwe ya leşkerî ya 30 salan a li Rojhilata Navîn bidawî tîne.

Wezîra Berevaniya Awistralyayê Linda Reynolds, ragihand ku ew dê hêzên xwe yên li deryayên Rojhilata Navîn vekişînin û dê êdî keştiyên şer neşînin Kendava Hurmuzî bo hevkariya Hevpeymana Amerîkayê.

Reynolds diyar kiriye ku ew dê demên pêş hêzên xwe li gorî pêşhatan bişînin Asya_Pasîfîkê û got, hedefa Awistralyayê ew e ku hebûna xwe ya 30 salan a li Rojhilata Navîn bidawî bîne û berê xwe bide kêşeyên dorûbera xwe.