image

PeyamaKurd - Dijîterora Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Waliyê Iraqê yê rêxistina terorîst DAIŞê Mutez Noman El Cibûrî îro 26ê Gulanê di operasyoneke asmanî de hat kuştin.

Fermandariya Dijîterorê ya Iraqê da xuyakirin, “Waliyê Iraqê yê DAIŞê Mutez Noman El Cibûrî li gor zanyariyên istixbaratî yên rast ên Fermandariya Dijîterorê ya Iraqê di êrîşeke esmanî de ji aliyê balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ve li herêma Dêra Zorê ya Sûriyê hatiye armanckirin.”

Hat diyarkirin, ji bo ku cihê wî berpirsê DAIŞê eşkere nebe qet telefon bi kar neaniye û ji bo çûnûhatinê jî gelek nasname û passportên wî hebûn.

Dijîterora Iraqê da zanîn ku navê wî berpirsê hatiye kuştin Mutez Noman Ebd Nayif Necm El Cibûrî El Meknî ye ku wek ‘Hecî Tîsîr’ jî dihat naskirin û Walîyê Iraqê yê DAIŞê bû.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ji bilî erka Waliyê Iraqê herwiha Cîgirê Rêberê Rêxistina DAIŞê ya karûbarên hemû wîlayetan bûye û berpirsê plandanîn û hevahengiya çalakiyên terorîstî yên derve bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Mutez Noman piştî kuştina Ebdulnasir Qerdaş ê şûngirê Ebûbekir Bexdadî tê kuştin ku ev jî piştî destbikarbûna hikûmeta Mistefa Kazimî pêk tê.