image

PeyamaKurd – Li ser kêmkirina dîplomatên Amerîkayê yên li balyozxaneya Bexdayê, balyozê Amerîkayê yê Bexdayê Matthew Tueller ragihand ku kêmkirina dîlomatan bandorê li xebatên wan nake û ew bi xwe li ser wezîfa xwe dewam dike. Tueller, li ser mijara ku Amerîka dîplomatên xwe bi sedema gengeşeyên navbera wan û Îranê kêm dikin an wê li Bexdayê bimînin an na de, peyamekî belav kir û weha got:

“Hinek hevalên Iraqî li ser mijara vekişîna xebatkarên balyozxaneya me ya Bexdayê bi min re ketin nav têkiliyan. Min ji wan re got; ez ê xebata xwe ya normal ya li balyozxanê dewam bikim. Ez ê vê jî bi desteka dîplomatên Amerîkayî û musteşarên Amerîkayî yên ku perwerdê didin artêşa Iraqê dewam bikim. Em li Iraqê xwediyê têkiliyên girîngin û kêmkirina dîplomatan bandorê li xebatên me yên vê derê nakin.”