image

PeyamaKurd –   Tirkiyê, Îran û Pakistanê biryar dan, xeta trênê ya bajarên Stenbol, Tehran û Îslamabadê digihîne hev çalak bikin.

Projeya girêdana xeta trênê ya di navbera Stenbol-Tehran-Îslamabadê (ITI) de, ji aliyê Rêxistina Hevkariya Aborî ve hatiye wergirtin, ku her sê welat jî tê de endam in.

Armanca projeyê ew e ku bi rêyeke hesinî ya bi dirêjiya 6 hezar û 500 kilometreyî, wan her sê welatan bigihîne hev. Danasîna vê projeyê di sala 2009an de hatibû kirin.

Li gorî pispor didin zanîn, projeya ITI dê pêwendî û gihandina di navbera welatan de bihêz bike û geştyariyê hêsan bike.

Geştyariya deryayî di navbera Stenbol û Îslamabad de bi rêya deryayê, niha 21 rojan dirêj dike. Lê eger bi rêya vê xeta trênê be, wê dakeve 11 rojan.