image

PeyamaKurd- Tevî hevdîtinên navbera hukumeta Afxanistanê û Talîbanê dewam dikin gelek caran êrîşê hev dikin. Vê carê jî Talîbanê êrîş bir ser baregeha artêşê ya li bajarê Qunduzê. Wezareta bergiriyê ya Afxanistanê weha ragihand:

“Şervanên Talîbanê vê sibê li bajarê Kunduzê li navçeya Xan Ebdalê li devera Nikapaye Seyîd Ramazan êrîşê çeperên ANDSF ê kirin. ANDSF êrîşê da rawestandin. Fermandarên Talîbanê yên bi navên Qari Abdulrazeq û Mawlawi Abbas di nav de ji 30 kesan zêdetir şervanên Talîbanê hatin kuştin. Di operasyonê de du fermandarên bi navên Faîzanû û Qarî Îbrahîm û 6 kesên din birîndar bûn. 4 alavên dijmin, 8 motorsîklet û gelek jî muhîmmat hatin îmhakirin. Ti zerarekî negihaye hêzên artêşê.”

Talîbanê jî ragihand ku di êrîşên hukumetê de yên hewayî de di nav wan de jin û zarok jî hene û bi temamî 23 sîvîl mirine. Talîban dibêje li deverê ti tevegerekî leşkerî tinebû.