image

PeyamaKurd –  Di encama êrîşeke li ser xaleke serbazî li Golanê li nêzikî sînorê Sûriyê, 3 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin.

Zanyarî didin zanîn, li devera Ruyhaniya başûrê navçeya Quneytira, xaleke kontrolê ya artêşa Sûrî rastî êrîşê hat.

Li gorî zanyariyan, êrîşkeran pêşiyê bombeyek teqand, pişt re bi çekan êrîş kirin û di encama wê êrişê de, 3 leşkerên Sûriyê hatin kuştin.

Ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê ji sala 2011an heta niha, nêzîkî 380 hezar kes hatine kuştin û bi milyonan kes koçber bûne.

Navçeyên Başûrê Sûriyê sala 2018 an ketibûn bin destê Hikûmetê, lê herdem êrîş li ser xalên wan ji aliyê komên çekdar ên opozisyonê ve tên kirin.