image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li gundewarê Dêrazorê xwepêşandaneke li dijî Fransa û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron belav kirin ku 2 xwepêşander jî birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) belav kiriye ku li her du bajarokên Bisêra û Xeranîc yên Dêrazorê, xwepêşandan li dijî Serokê Fransa Emmanuel Macron çêbûn û tê de daxwaza derketina hêzên Fransî ji deverê hatiye kirin.

SOHRê daye xuyakirin ku xwepêşanderan ala Fransa û wêneyê Macron şewitandine û hêzên HSDê jî ji bo belavkirina xwepêşanderan gule bi ezman de berdane û du kes birîndar bûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, xwepêşandana li dijî Fransayê piştî mamosteyekî fransî karîkaturekî Hz. Muhammed nîşan da û piştre jî ji aliyê cîhadiyekî tundrew ve hatibû serjêkirin pêk tê. Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî berteka tund li hember wê bûyerê nîşan dabû û çend biryarên bo sînordarkirina xebatên misilmanên li Fransayê dijîn derxistibûn.