image

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarekî opozisyona Sûriyê ku bo şerê Ermenistan-Azerbaycanê hatiye şandin, hatiye kuştin.

Li gorî SOHRê hejmara çekdarên girêdayî Tirkiyê ku ji bo Azerbeycanê hatine şandin gihîştiye 320 çekdaran ku bi rêya kompaniyên ewlekariyên yên Tirkiyê têne derbaskirin.

SOHRê bi zarê çavkaniyên xwe diyar kiriye ku piraniya çekdarên bo Azerbaycanê hatine şandin, ji pêkhateya Tirkmen pêk tên û ji bo "doz neteweyî" çûne Azerbeycanê.