image

PeyamaKurd - Serokê Ermenistanê Armen Sarkisyan, ji ber alîkariya wan a dema jenosîdkirina Ermenan ji aliyê Osmaniyan ve, spasiya gelê Kurd kir û Kurd wekî birayên rojên teng pênase kirin.

Çapa Qahîre ya Rojnameya Ehram hevpeyvînek bi Serokê Ermenistanê re pêk aniye ku tê de behsa jenosîdkirina gelê Ermen a heyama 1915an a Osmaniyan dike ku heta 1923yan dewam kiriye.

Sarkisyan dibêje: “Hikumeta Tikriyê mifa ji rewşa dema şerê yekem a cîhanî wergirt; daku plana kuştar û jinavbirina yekcarî ya Ermenîyan pêk bîne û ji sala 1915 heya 1916an gelek tawanê mezin li ser gelê Ermenî hatin kirin.”

Sarkisyan li ser rola Kurdan jî daye zanîn: “Em spasîya birayên rojên teng dikin, bi taybetî Yunanî, Aşurî, Suryan, cihû û Êzidî û herwiha kesayetî û malbatên Kurd û Turk ku jiyanên xwe xistin metirsîyê, daku alîkariya Ermenîyên lêqewimayî bikin û jiyana gelekan ji wan rizgar kirin.”

Her sal roja 24ê Nîsanê roja bîranîna jenosîdkirina Ermenan e ku bi qasî milyonek û nîv ermen hatine jenosîdkirin û hikûmetên Tirkiyê li vê yekê mikur nayên.