image

PeyamaKurd – Li Gurcistanê li bajarê Zigdîdîyê kesekî nasnameya wî nediyar avête ser bankayekê û 19 kesan rehîn girt. Li hemberê rehîneyan 500 hezar dolar pere dixwaze. Di nava 19 kesan de tenê jineka 55 salî serbest berdaye. Tîmên polîsan li ciyê bûyerê dixebite da kesê avêtiya ser bankayê razî bike.

Kesê avêtiye ser bankayê heya niha ji bilî pere tiştekî din nexwestiye û kolana ku banka tê de ye, ji aliyê polîsan de hatiye dorpêçkirin.