image

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di civîna wezîrên karên derve yên NATO yê de ragihand ku Çîn berjewendiyên NATO yê tehdîd dike û banga hevkariya li hemberê Çînê kir. Wezareta karên derve ya Amerîkayê bi nivîskî ragihand ku Pompeo bi rêya online tevli civîna ku di bin serokatiya sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg de hat kirin ya wezîrên karên derve ya dewletên endamên NATO yê, bûye. Di ragihandinê de weha hat gotin:

“Di hevdîtina lîderên hevkariyê de hevdîtineka baş çêbûye û wezîr Pompeo behsa tehdîda Partiya Komunîst ya Çînê kiriye ku tehdîdê li ewlekariya hevkariyê dike û xwestiye li hemberê Çînê zahftir hevkarî bêkirin.”

Her weha di civînê de li ser li ser ewlehiya Derya Reş bi wezîrên Ûkrayna û Gurcistanê re axifîne, kontrola sîlihên nukleerî ya Rûsyayê û li ser halê NATO yê ya 2030an rawestiyane.