image

PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, li ser hewlên ku ew wek Fransa avakirina hikûmeta nû û lêpirsîna teqîna bendera Beyrûdê ragihand piştgiriya gelê Lubnanê dikin lê pêwîste guherîn bên kirin û ji bo wê jî ew ê biçe Lubnanê fişarê li aliyên siyasî bike.

Serokê Fransayê di duyemîn kongreya navneteweyî ji bo piştgiriya gelê Lubnanê de axivî û got: “Ez dev ji pêkanîna guhertinan û lêpirsînên girêdyî teqîna bendera Beyrûdê, bernadim. Ez ê vê mehê vegerim Lubnanê da ku fişarê li ser aliyên siyasî bikim.”

Macron diyar kir: “Ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji Lubnanê re, tê biryare sindoqek were avakirin. Banka navneteweyî dê vê sindoqê bi rêve bibe.”

Gerînendeya Sindoqa Diravî ya Navneteweyî Kristalina Georgieva jî da zanîn, divê sindoqa alîkariya Lubnanê rê li ber guhertinên pêwîst çêbike.