image

PeyamaKurd - Li Libyayê, Balafirgeha Watiya ku leşkerên Tirkiyê tê de bi cih bûne û rojek berê Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar serdana wê kiribû, ji aliyê balafirên şer ve hat bombebaran kirin.

 Ajansa Reutersê ragihandiye ku balafirên şer ên ku nayê zanîn yên kîjan welatî ne, li Libyayê Balafirgeha Watiye bombebaran kir ku leşkerên Tirkiyê tê de bicih bûne û wekî baregeheke mayînde tê amadekirin.

Reutersê da xuyakirin, di balafirgehê de, sîstema parastina asmanî HAWK hatiye jinavbirin, lê belê ji leşkerên tirk kuştî û birîndar nînin.

Balafirgeha Watiye, mehek berê, bi piştevaniya hêzên Tirkiye û çekdarên opozisyona Sûriyê ji aliyê Hikûmeta Wîfaqê ve hatibû kontrolkirin û hêzên Xelîfe Hefter ji wê derê vekişiyabûn.