
PeyamaKurd – Li sînorê parêzgeha Zîqar a li başûrê Iraqê, di dema derbasbûna karwaneke leşkerî ya hêzên hevpeymaniya navnetewî ya li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de, du bombe teqiyan.
Li gor hat zanîn, di encama teqîna wan her du bombeyan de, tu ziyanên canî çênebûne, lê ziyanên madî çêbûne.
Bi sedema neçalakbûna hêzên ewlehiyê û leşkerî yên Iraqê, kom û milîsên tundrê, tayfeyî û terorîst bê ku tirsekî wan hebe li Bexda û bajarên din ên welat kiryarên terorîstî û tewanan pêk tînin.
Add Comment: