image

PeyamaKurd – Şîrketa dermanan ya AstraZenecayê ragihandibû ku dê di amadekariya aşiyê de kêmkirinê bike lê Yekîtiya Awrûpayê bertekê nîşanî vê biryarê da û xwest şîrket berpirsiyariyên xwe bîne cî.

Endama komisyona tenduristiyê ya Yekîtiya Awrûpayê Stella Kyriakides, li ser gengeşeya navbera şîrketa AstraZeneca yê û Yekîtiya Awrûpayê bo çapemeniyê civînekî lidarxist. Endama komîsyonê li ser ku dê şîrket %60 aşiya wan kêm bike ragihand ku ew ji biryarê endîşe dikin û weha got:

“ Berpirsiyariyên şîrketên dermanan û yên aşiyan bipêşdixin hene û rê û rêbazên exlaqî, civakî û peymanên ku li pey herin hene. Di xaleka peymanê de heye ku divê şîrket bo teslîmatê hewla herî zêde nîşan bide. Nabe ku berpirsiyariya xwe neyne cî.”

Kyriakides, got li gor peymanê mafên wan heye ku xwe bigiînin temamê şîrketan ku 2 ji wan fabrîkeyan li nav YA yê ne û 2 ji wan li Îngîltere ne. Kyriakides ragihand ku wan xwe xistiye talûkê ji ber hêj aşi nehatibû çêkirin, veberhênanê kirine û dixwazin semera wê hilînin. Lewra YA yê rêbaza ‘kî ewilî were mal dikire’ qebûl nake. Kyriakedis axaftina xwe weha dewam kir:

“Ev mantiq ya qesabên li taxane ku kî here dikare ewilî goşt bikire. Lê di peymanan de tiştên weha nabe. Çi diqewime em hemûyan dizanin. Me xwest hemû şîrket zelal bin. Miqdarê çêkirine, li ku derê çêkirine û birine ku derê em hemû dizanin. YA yê bo çêkirina aşiyê 330 mîlyon Ewro alîkariya şîrketê kiriye da aşiya xwe çêbike.”

Şîrketa AstraZenecayê di 3 mehên ewilî de diviya 100 mîlyon doz bida YA yê lê niha dixwaze 25 mîlyon doz bide.