image

PeyamaKurd – Parlamentarê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu pirsnameyek pêşkeşî Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamîd Gul kir û xwest budçeya girtîgehên Tirkiyê bizane.

Di bersiva pirsnameyê de, tenê budçeya sala 2019an a girtîgehên Tirkiyê wekî 6 milyar û 993 milyon û 138 lîreyê Tirkiyê hat eşkerekirin ku ev budçe ji ya Serokomariya Tirkiyê, hejmarek wezaretên din jî zêdetir e.

Li gorî bersivên wezareta dadê, budçeya girtîgehan ji ya 6 wezaretên Tirkiyê ya sala 2019an zêdetir e ku ew wezaret jî wiha ne: Wezareta Derve, Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî, Wezareta Kultur û Turîzmê, Wezareta Sanayî û Teknolojiyê, Wezareta Bajarvanî û Hawîrparêziyê û Wezareta Bazirganiyê.