image

PeyamaKurd – Li navçeya Îskenderûnê ya bi ser bajarê Hatayê, li kolana Fenerê teqînekî çêbû. Bo ciyê bûyerê gelek tîmên îtfaiyê, polîs û 112 yên tenduristiyê hatin şandin. Di encama teqînê de zerara maddî çêbû lê zerara canî çênebû. Kolan bo trafîkê hat girtin. Parêzgerê Hatayê Rahmi Doğan bûyerê weha ragihand:

“ Hêzên me yên asayîşê li noqteya Payasê ji du kesan guman kir û wan şopandin. Di dema şopandina yekî ji wan de, ew kes hatiye kuştin û di dema kuştinê de teqîn çêbûye. Zerar negihaye canî. Operasyon dewam dike û dê raya giştî bê agahdarkirin.”

Nehat ragihandin bê kesên ji wan guman kirine û yê jinav hatiye birin ji kîjan grûba siyasiye.