image

PeyamaKurd – Meclisa Îranê qanûna ku dê lez bidin hilberîna ûranyûmê li meclisa Îranê hat tesdîqkirin. Konseya Parastvanên Destûrê ya Îranê wê nisbeta dewlemendkirina ûranyûmê derxin %20 ê û ji protokolên îlawe yên NPT ê veqetin.

Reşbeleka qanûn bi navê “Rakirina dorpêçan û bo parastina mafên netewa Îranê Plana Tevgera Stratejîk” bo meclisê hat pêşkêşkirin û di meclisa Îranê de 290 parlementer hebûn ji wan 251 parlementer qanûn qebûl kirin.

Bo qanûn bê cîhbicîhkirin, qanûn şandin ber destê serokkomar Hesen Rûhanî. Divê serokkomar di nav 15 rojan de dest bi tetbîqa qanûn bike.