image

PeyamaKurd – Ji ber îmzakirina peymana bi Azerbaycanê re, bi sedan Ermenî do derketin kolanên Yerevanê û daxwaza karvekişîna Serokwezîr Nikol Pashinyan kirin.

Li kolanan xwepêşanderan dirûşmên weke “Xayin Nikol” qêriyan û di encamê de, polîsan jimareke xwepêşander desteser kirin.

Pashinyan biryara xwe dike diparêze û bangên karvekişînê red dike. Hevrikên Pashinyan peymana radestkirina hin deverên Qarabaxê yên bin kontrola Ermenistanê yên ji Azerbaycanê re bi tundî rexne dikin û wek xiyanet bi nav dikin.

Herwiha koalîsyona 17 partîyan, Serokwezîrê berê Vazgen Manukyan li şûna Pashinyan destnîşan kiribû, da ku heta pêkanîna hilbijartinên pêşdem serokwezîrî bike. Serokê berê yê Sazîya Ewlekarî ya Netewî Artur Vanetsyan jî da zanîn û got, Manukyan dikare bê ku bibe endamê partîyekê, dikare serokwezîriyê bike û dû re di hilbijartinê de cîh negire.

Peymana aştî ya navbera rêberên Ermenîstan, Azerbaycan û Rûsya ku di 10ê Mijdarê de hatibû îmza kirin, dawî li şer anîbû û hin deverên li dora Nagorno-Qarabaxê dabû Azerbaycanê.