image

PeyamaKurd –  Li bendera Bartin a Tirkiyê ku li Derya Reş e, keştiyeke Rûsyayê binav bû. Agahiyên destpêkê diyar dikin, di encamê de 2 kesan can dane û 5 kes jî hatine rizgarkirin.

Li gor zanyariyan, ji ber rewşa nebaş ya hewayê, keştiya Rûsyayê ya bi navê Arvîn ku 13 fermanber têde bûn, li bendera Bartinê ya Tirkiyeyê binav bû.

Piştî hewlên rizgarkirinê, termên du kesan hatin dîtin û 5 kes jî hatin rizgarkirin. 

Herwiha, lêgerîna 6 kesên din didome û hemû fermanberên keştiyê, welatiyên Rûsyayê ne.