image

PeyamaKurd - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsînekê de li 12 bajaran biryara desteserkirina 120 kesan da.

Di operasyonên ku ji doh Çarşemê ve hatine destpêkirin de, herî dawî 99 kes hatine binçavkirin.

Hat diyarkirin ku operasyona desteserkirinê bi fermana dozgeriyê û hinceta ‘endamtî û propagandaya rêxistina terorê’ hatiye destpêkirin.

Ji doh heta îro 99 kes hatine binçavkirin ku endamên Grup Yorum û parêzer jî di nav wan de hene û ji bo desetserkirina kesên din jî operasyonên polîsan berdewam dikin.

Bûroya Hiqûqê ya Gel ku nêzîkî rêxistina DHKP-Cê tê naskirin, ragihandiye ku ji ber biryara “nehênî ya di dosyayê” ti agahî bo wan nehatine dayîn û herwiha parêzer heta 24 saetan nikarin miwekîlên xwe yên binçavkirî bibînin.