image

PeyamaKurd – Konsûlê Amerîkayê yê li bajarê Edene yê Tirkiyê Alejandro Baez, derbarê kirîna sîstemên parastina esmanî S-400ên rûsî û teklîfa Amerîkayê ya firoştina Patrîotan bo Tirkiyê daxuyanî dan.

Baez li mala xwe ya Edenê bi rojnamevanan re civîya. Baez da zanîn ku ji bo alternatîva S-400an danûstandinan wan bi Tirkiyê re berdewam dike û heger Tirkiye di kirîna S-400an de israr bike jî yasaya Amerîkayê ya cezakirinê heye.

Konsûlê amerîkî diyar kir ku yasaya ji bo Rûsyayê ye û welatên ji wan çekan bistînin yekser rastî wan sizayan tên ku tenê Serokê Amerîkayê dikare hinek hêsankariyan di wan sizayan de bike.

Baez got ku wan ji Tirkiyê re beramberî S-400an bo firotina sîstemên parastinê yên Patriotan teklîfeke ‘comerdî’ kiriye û wiha axivî:

"Peke Tirkiye teklîfa Patrîotan qebûl bike, dê ti metirsiyên wê yên ewelakariyê nemînin. Dê sîstema ku di nav NATOyê de jî karîger e bistîne. Yanî bi vî awayî dê hem li hemberî endamên din ên hevpeymana NATOyê hem jî ji bo F-35an ti pirsgirêka Tirkiyê nemîne.”