image

PeyamaKurd - Rojnameya Şerq El-Ewsat ji zimanê çavkaniyeke ewlehiyê ragihandiye ku komên çekdar ên alîgirên Îranê hewl didin hêz û sewqiyatên xwe li herêma deşta Nînowa û Şengalê zêde bikin.

Li gorî heman çavkaniyê di destpêka vê hefteyê de, komên Heşda Şeibî zêdetirî 100 wesayîtên leşkerî veguhestine deşta Nînowayê û piştrast kir ku di destpêka vê mehê de sewqiyatên mezin gihîştin deşta Nînowayê.

Herwiha li gorî zanyariyan bi nnêzîkbûna salvegera kuştina fermandarê Feylaq El-Qudisê Îranê Qasim Suleymanî re, agahiyên ewlehiyê hene ku dibêjin dibe ku Îran bi rêya alîgirên xwe li dijî berjewendiyên Amerîkayê li Iraqê operasyonên taybet pêk bîne.

Çavkaniyê ji rojnameyê re daye xuyakirin, “Li gorî gelek agahiyên îstixbaratî, di salvegera kuştina Silêmanî de hinek kom plan dikin ku li dijî berjewendiyên Amerîkayê li Iraqê êrîşan pêk bînin.”

Dîsa heman çavkaniyê destnîşan kiriye ku bi rêya van êrîşan Îran dixwaze bi awayekî neyekser bersiva kuştina zanyarê atomî Muhsin Fexrîzade bide.