image

PeyamaKurd – Piştî Lutkeya Sûriyê ya navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê ku îro bi beşdariya serokên hersê welatan Vladimîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan û Hesen Rûhanî birêve çû, daxuyaniyeke hevbeş hat belavkirin.

Hat ragihandin ku ji 6emîn civîna formata Astana ya bi mijara Sûriyê ku Rûsya, Tirkiye û Îran garantoriya wê dikin, li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî biryar hatiye standin ku hewlên bo yekparçebûna Sûriyê berdewam bikin.

Di daxuyaniyê de li ser Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê hatiye gotin, “Me rewşa bakurê rojhilatê Sûriyê gotûbêj kir û destnîşan kir ku li vê herêmê (Rojavayê Kurdistanê) ewlehî û îstiqrar tenê dikare bi rêzgirtina serwerî û yekparçeyiya Sûriyê pêk were ku me biryar da li ser vê mebestê hewldanên xwe bikin yek.”

Herwiha ji bo herêmên petrolê ku di bin kontrola Amerîka û HSDê de ne jî hat gotin, “Me bi awayekî bê hiqûqî dest danîna ser dahatên petrolê ku divê yên Sûriyê bin, şermezar kir û nerazîbûna xwe anî ziman.”

Li gorî daxuyaniya hevbeş rewşa Idlibê jî bi berfirehî hatiye gotûbêjkirin ku hersê welatan li ser lihev kiriye ji bo têkbirina rêxistinên terorî hevkariyê bikin.

Pûtîn, Erdogan û Rûhanî lutkeya Sûriyê li dar dixin