image

PeyamaKurd – Komela Desteya Hiqûqê ya girêdayî Îtilafa Sûriyê bi beyanamayekê bang li Amerîkayê kir, ji ber tawanên mirovî li Sûriyê kirine rejîma Beşar Esed û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî wekî Pasdarên Şoreşa Îranê bixe nav lîsteya terorê.

Di daxuyaniyê de ji Amerîkayê hat xwestin, Parêzvanên Komarê, Tuxaya Çaremîn, Daîreya Îstixbaratê, Îdareya Rêveberiya Şerê Kîmyayî yên girêdayî rejîma Beşar Esed û PYDê bixe nav lîsteya terorê.

Komeleya girêdayî Îtilafê diyar kir, divê biryara bo Îranê wekî emsal were nirxandin û ji ber ku Îran û Sûriye li Rojhilata Navîn xwedî heman berjewendiyên stratejîk in û rêxistinên wekî Hizbullahê û yên mezhebî fînanse dikin û wan rêxistinan jî tawanên komkujî û şer kirine, divê bikevin nav lîsteya terorê.

Herwiha hat îdiakirin ku PYD jî rêxistineke terorî ye û li hember gelê Sûriyê komkujiyan dike, dibe sedema koçberiyên neçarî û guherîna demografyayê.

Nûçe - Werger / PeyamaKurd