image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Iraqê, ji ber vîrûsa koronayê, beşdarbûna merasîma aşûreyê li heciyên Îranî qedexe kiriye.

Bi sedema ku metirsiyeke zêde ya belavbûna vîruso koronayê heye, îsal wek salên berê wê heciyên Îranî yên Şie mezheb neyên Kerbelayê û beşdarî merasîma Aşûreyê nebin. Her sal bi hezaran heciyên Îranê beşdarî şîna qetilkirina Îmam Huseyîn dibûn.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li Navenda Netewî ya Dijekoronayê de ragihand: "Ji ber koronayê, Bexda ji Tehranê re gotiye, 'Em destûrê nandin heciyên Îranê bikevin hundirê sînorên me.'"

Rûhanî got: "Belavbûna zêde ya koronayê li Îran û Iraqê îsal rênade hecî biçin Iraqê. Bîranîn û kombûnên li Îranê jî wê bi sînor bin."