image

PeyamaKurd – Balyozê Îranê yê baregeha Viyanayê yê Neteweyên Hevgirtî Kazim Garîb Abadî ragihand ku rapora xef ya bi dizî ku hêj endamên rêvebiriya ajansê (UAEA) lê nerênîne û lêkolînê li serê nekirine dane çapemeniya dinyayê. Abadî ragihandina xwe di ser hesabê medya civakî de kir û UAEA yê sûcdar kir.

Abadî parvekirineka raporê ku ji aliyê rêxistineka navdewletî ya çapemeniyê de hatibû belavkirin jî di ser hesabê xwe yê Twitterê de belav kir û weha got:

“Rapora ku bingeha wê diçe ser nameyeka xef ya Îranê, hêj ji aliyê endamên rêvebiriya ajansê de nehatiye xwendin û lêkolîn, ket ser laperên medyayê. Ajans ne tenha bi raporkirina pêşdeçûnên rojane berpirse, di heman wextê de berpisê kontroleka bi ewle û xefgirtina agahiyane jî. Divê ajans car din tevna xwe ya xefîtiyê di ber çavên xwe de derbas bike.”