image

PeyamaKurd – Rêveberiya welatê Îmarata Yekgirtî ya Erebî ku bi Îsraîlê re peymana aştiyê îmze kiriye, biryar derxist ku li Tel Avîvê avahiya balyozxaneya wan were avakirin.

Ajansa fermî ya Îmaratê WAMê ragihandiye ku wê Îmarat balyozxaneya xwe ya Îsraîlê veke û ji bo avakirina avahiya wê biryar hatiye dayîn, lê derbarê tarîxa vekirina balyozxaneyê de ti agahî nehat parvekirin.

Hikûmeta Îmaratê bi amadebûna Mîrê Dubey û Cîgirê Serokê Dewletê Şêx Muhamed bin Raşid el Meqtûm li Qesra Serokatiyê ya Abû Dabiyê civiya û biryara vekirina balyozxaneya Îsraîlê derxist.