image

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û serokerkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler piştî ku îro 18ê Çile gihîştin Bexdayê yekem daxuyanî dan.

Li gorî medya tirk Akar armanca serdana xwe eşkere kir û got, “Hevdîtinên me yên di çarçoveya têkoşîna dijî PKKê de berdewam dikin. “

Akar, bal kişandiye ser amadebûna Tirkiyê bo her cûre hevkariyên ewlekariyê û gotiye, hemahengiya ligel Iraqê ya têkoşîna dijî PKKê xwedî roleke girîng e û mebesta wan parastina sînorên xwe û çavê wan di erda ti cîranekê de nîne.

Hat ragihandin ku Akar û Guler bi Wezîrê Berevaniya Iraqê Cuma Anad, Serokomar Berham Salih, Serokwezîr Miustafa Kazîmî û Wezîrê Navxwe Osman Xanîmî re dicivin.