image

PeyamaKurd - Hilbijartinên pêşwext ên Iraqê ji bo 10ê Cotmeha 2021ê hatin paşxistin.

Encûmena Wezîran a Iraqê  piştî civîna bi seroktiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û beşdariya nûnerên Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê biryar da ku hilbijartinên pêşwext ên Iraqê ji 6ê Hezîrana 2021ê bo 10ê Cotmeha 2021ê werin paşxistin.

Beriya niha bi çend rojan dîsa her sê serokatiyên Iraqê li ser hilbijartinên pêşwext civiyabûn û gotûbêj li ser paşxistina hilbijartinên pêşwxet kiribûn.

Herwiha hinek aliyên siyasî yên Iraqê dabûn xuyakirin ku rewşa siyasî û aborî ya Iraqê ji bo encamdana hilbijartinan ne guncaw e û daxwaza paşxistina hilbijartinan kiribûn.