image

PeyamaKurd - Li demeke ku li parzemîna bakur bi taybet li welatên ewropî hejmara pêketinên vîrusa koronayê ji nû ve zêde dibe, li welatên ewropî tedbîr jî ji nû ve têne tundkirin.

Li gorî amarên dawî yên malpera World Meterê li seranerê cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa koronaya nû Covid-19 41 milyon kesan derbas kir û gihîşt 41,122,100 kesan.

Herwiha hejmara mirinan jî bû 1,131,024 kes û kesên heta niha baş bûne jî gihîşt 30,671,942 kesan.

Di nav welatên ku herî zêde vîrusa korona belav bûye de Amerîka serî dikişîne piştî wê jî Hindistan, Brezîlya, Rûsya, Arjantîn, Îspanya, Kolombiya, Fransa, Perû, Meksîka, Brîtanya, Afrîkaya Başûr, Îran û Iraq tên.

Amarên dawî li seranserê cîhanê...